Şener Toktaş,Harun Nacar
09 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Gola Arînê ya li Elcewaza navçeya Bidlîsê ya ku rawestgeheke girîng a çivîkên koçber e ku ji Afrîkaya Bakur ber bi Îranê diçin, îsal jî flamîngoyan dihêwirîne.

Flamîngoyên li qeraxên gola li pêşa Çiyayê Sîpan danîn, xeml û reng didin gola ku ji ber hişkesaliyê ava wê hindik bûye.

Akademîsyen, çavdêrên çivîkan, xwezahez û wênehezên ku ji bajarên cuda hatin ber Gola Arînê, dîmen û wêneyên flamîngo û çivîkên din dikişînin.

Flamîngo dê heya dawiya mijdarê li qeraxên Gola Arînê bimînin û piştî ku dinya sar bibe jî dê koçî herêmên germ bikin.