19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
WAN
Li Wanê hin xwendekarên zanîngehê ji bo kitikên li kolanan dimînin necemidin qulûbe çêkirin.
Komekê xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê (YYU) di çarçoveya projeya "Êdî min jî malek heye" ji bo kitikên (pisîk) li kolanan necemidin li cihên cuda 14 qulûbe çêkirin.
Xwendekar Ufuk Saçan ji bo nûçegihanê AAyê axivî û got ku ev qulûbe ji bo kitikan bûye cihekî germ. Saçan hestên xwe wiha anîn ziman:
"Me li ser medyaya civakî dest bi vê kampanyayê kir. Gelek xwendekaran arîkarî da me. Li ku derê sar û seqem zêde be me qulûbeyên xwe danîn wê derê. Mê qederekê çavdêrî kir û dît ku dema dinya sar dibe kitin dikevin qulûbeyan. Ev keda me vala neçû. Em jî bi vê yekê gelekî kêfxweş in."