Li Mûşê 128 hezar û 955 xwendekar karnameyên xwe hildan û ji bo wan tetîla ku wê 3 mehan dewam bike dest pê kir.
Di çarçoveya bi dawîbûna serdema perwerdehiyê ya sala 2014-2015an îro karne tên dayîn û 128 hezar û 955 xwendekarên ku li Mûşê ne karnameyên xwe hildan.
Li Dibistana Navîn a Prof. Dr. Vahît Ozmen merasim hat kirin û alîkara Waliyê Mûşê Zelîha Uyan, Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Bajêr Cevdet Arslan û Prof. Dr. Vahît Ozmen jî li dibistanê karnameyên zarokan li wan belavkirin.
Alîkara Walî Uyan di beriya belavkirina karnameyan axivî, xwendekaran pîroz kir û ji wan xwest ku bila di tetîlê de pirtûkan bixwînin û rewşa xwe binirxînin.
Midûrê Pewerdehiya Neteweyî yê Bajêr Arslan jî destnîşan kir ku li Mûşê 128 hezar û 955 xwendekaran karneyên xwe hildan û ji wan xwest ku bila wextê xwe beredayî xerc nekin.
Piştî axaftinan merasimê zarokan helbest xwendin.
Di merasimê de diyarî dan xwendekarên ku di projeyan de bi ser ketibûn û bi belavkirina karnameyan ve merasim bi dawî bû û ji bo xwendekaran betlaneya ku wê 3 mehan bidome îro dest pê kir.