Haydar Şahin
23 Adar 2019•Rojanekirin: 24 Adar 2019
Li Tirkiyeyê 17 milyon darên zerdeliyan hene û ji wan 8 milyon heb li Meletiyê ne. Daran kulîlk vedan û tubê xêliya sipî avêtin ser deşta Meletiyê.
Li Meletiya ku ji sedî 85ê îxracata qeysiyên hişkkirî ya dinyayê dike darên zerdeliyan kulîlk vedan. Li Kale, Betalxazî, Doxanyol, Yeşîlyurt, Akçadax, Yazixan û Erepgîra herêmên nizm û dora Bendava Karakayayê bi vedana kulîlkan va baxçeyên zerdeliyan çîl û sipî bûn.
Li ciyên bilind ên bajêr berf heye û darên li dora perava bendavê kulîlk vedan û çîl û sipî bûn piştî vê jî dîmenên balkêş derketin holê û ji bo wênekêşan bû wekî atolyeya tebiî.
Baxçeyên li bajêr ên wekî xêliya sipî li xwe kirine tu dibê li hemberî Beydaxiyê nîsbetê dikin û dîmenên xweşik derdixin holê.
Yasîn Kaçarê li Karatepeya taxa Betalxaziyê cotkariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku darên zerdeliyan li gor salên berê îsal hinekî dereng kulîlk vedan.
Kaçar destnîşan kir ku rewşa hewayê baş e û wiha pê da çû: "Hêviya me ew e ku îsal hilberîneke bi ber û bereket bikin. Heke çendekî şûnda qirayî li daran nexe sezonê bi ber û bereket derbas bibe."