Haydar Şahin
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
MALATYA
Li Darendeya navçeya Meletiyê dilê Memîş Gurbuzê welatî sekinî li ser vê firokeya ambûlans Gurbuz rakir nexweşxaneya li navenda bajêr.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Memîş Gurbuzê 63 salî yê ku li Taxa Akbabayê dijî ji bo hênik bibe hat ber hewzê, dema kincên xwe derdixin ku têkeve hewzê bicarekî li erdê ket.
Welatiyên li der û dorê haya ekîbên Serwîsa Acil a 112ê pê xistin. Ekîbên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê û Gurbuz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Darende Hulusî Efendî.
Gurbuz li vê derê hat kontrolkirin û hat dîtin ku qirîza dil derbas dike li ser vê ji Navenda Kontrola 112ê firokeya ambûlans hat xwestin.
Gurbuz li firokeya Wezareta Tenduristiyê ya ku danî stada navçeyê siwar kirin û rakirin Navenda Tipê ya Zanîngeha Turgut Ozal.