Fatih Gazioğlu
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 14 Tebax 2019
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê zarokên ku ji ber germahiya zêde aciz dibin xwe di Çemê Muznurê da hênik dikin.
Her sal ji çar aliyên welêt meriv tên Ovacixa ku li herêmê navendeke girîng ya turîzmê ye. Zarokên ku ji ber germahiyên zêde aciz dibin jî xwe di Çemê Muznurê da hênik dikin.

Hin malbatan jî li derûdorê Munzurê konên kampê danîn û ji xwe ra seyranê dikin.
Ji mêvanan Gokhan Goçmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew ji bo eydê ji Îzmirê hatiye Ovacixê.
Goçmen got ku Ovacix ji bo tetîlê ciyekî gelekî xweş e û wiha axivî: "Siruşt û çanda vê derê gelekî xweş e û însanê wê jî gelekî baş in. Em di Çemê Munzurê da melavaniyan dikin û li quntarên Çiyayê Munzurê jî ji xwe ra digerin."