Fatih Gazioğlu
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 13 Tebax 2019
Li Fethiyeya navçeya Muxlayê komeke xozneberan di bin avê da eyda hevdu pîroz kir.
Li gor agiyan, li navçeyê 7 xozneber qasî 5 mêtroyî daketin bin behrê. Di bin avê da xortekî destê xozneberan paç kir. Xozneberan jî li ser vê berçavkeke behrê û bi temsîlî hin pere dan ciwan.
Xozneberekî jî pankarteke li ser "Eyda we pîroz be" vekir. Di bin avê da dîmenên balkêş derketin holê.
Ji mamosteyên navenda xoznebereyê Can Aksakal daxuyanî da rojnamevanan û got ku wan xwest çalakiyeke balkêş bikin û balê bikşînên ser turîzma herêmê û wiha axivî:
"Em hin caran ji bo pêşveçûna turîzmê çalakiyên wiha dikin. Berê zarokan di eydan da destê mezinan paç dikir. Ev demeke ev edet mixabin kêm bûye. Me xwest piçekî balê bikşîne ser vê jî."