ŞANLIURFA
Zarokên astengdar ên malbatên penaberên Sûriyeyê, li konbajarê tên perwerdekirin.
Li Tesîsên Mayînê ya Suleyman Şahê nêzî 28 hezar penaber dimînin û li konbajarê nêzî 8 hezar û 500 xwendekarên ji Sûriyeyê tên perwerdekirin.
Li konbajarê 45 xwendekarên astengdar jî bi destê 5 mamosteyên ji Sûriyeyê tên perwerdekirin. Ev xebat sala par dest pê kir û 15 xwendekar hatin perwerdekirin û dest bi dibistanê kirin.
Esma Hiseyîna mamoste ya ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got tevî 4 mamosteyên dildar em zarokên astendar perwerde dikin.
Hiseyînê destnîşan kir ku li gor taybetiyên xwendekaran perwerde tê dayîn û wiha got: "Zarokên ku ji ber şer astendar bûne yan jî astengdar hatine dinyayê tên perwerdekirin. Yên ku bala wan li ser xwendinê ne, em xwendin û nivîsandinê hînî wan dikin. Yên ku bala wan li ser muzîk, resim û hunerên din bin, di wan waran da tên perwerdekirin. Em ji hêla derûniyê va jî zarokan perwerde dikin. Sala par vê xebatê dest pê kir û 15 xwendekar serkeftî bûn û dest bi dibistanê kirin. Armanca me ew e ku em zarokan perwerde bikin da ku him ji bo malbatan û him jî ji bo civakê feydeya wan hebe."