Fatih Gazioğlu
09 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Li Mêrdînê listîkên zarokên yên berê ya 2emîn wê sibê dest pê bike.
Çalakiyên listîkê ji aliyê Federasyona Kulubên Spor û Listîkên Zarokan (ÇOSKF) bi hevkariya Walîtiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tên lidarxistin.
Çalakiyên listîkê wê li Salona Sporê ya Artûkluyê werin kirin.
Ji 40 mektebên cuda gelek zarok wê beşdarî listîkan bibin û bi qasî 6 hefteyan wê bileyîzin.
Wekîlê Serokê Şaredariya Mezin û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman got ku 600 zarok wê beşdarî listîkan bibin wiha axivî:
"Ez zarokên Mêrdînî pîroz dikim. Jin û zarokên li Mêrdînê dijîn êdî dikenin. Mêrdîn êdî bajarekî bihizûr e. Ev 2 sal û nîv e me ji bo zarokan li hawuzê, şanoyê û sînemayê gelek çalakî li dar xistin. Çalakiyên me yên listîkên zarokan wê sibe bi beşdarbûna 40 tîmî dest pê bikin. Ji 9 navçeyên me ji bo listîkan eleqeyeke mezin heye."