02 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
ANKARA
Di sala 2016an da hejmara kesên ku dizewicin li gor sala beriya wê ji sedî 1,4 kêm bû û dakete 594 hezar û 493yan. Di heman demê da hejmara kesên ku hevdu berdan jî ji sedî 4,3 kêm bû dakete 126 hezar û 164 kesî.
Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê daneyên 2016an ên zewac û berdanê weşand.
Li gor vê di sala 2016an da hejmara kesên ku dizewicin li gor sala beriya wê ji sedî 1,4 kêm bû û dakete 594 hezar û 493yan. Leza zewacê jî ji hezarî 7,5 hat qeydkirin. Di heman demê da hejmara kesên ku hevdu berdan jî ji sedî 4,3 kêm bû dakete 126 hezar û 164 kesî. Leza hevduberdanê jî ji hezarî 1,59 hat qeydkirin.
Temenê zewacê ya ewil a sala par ji bo mêran kêm zêde 27,1, ji bo jinan jî kêm zêde 24 hat hesabkirin. Ferqa di navbera emrê zewaca mêr û jianan da herî zêde bi 4,7 salan va li Qersê hat tesbîtkirin, ferqa navbera emrê zewaca mêr û jinan da li Agiriyê 4,3, li Bidlîs, Erdexan û Îdirê 4,2 hat hesabkirin.
- Herî zêde di 5 salên ewil da hevdu berdidin
Li gor îstatîstikan di sala 2016an da ji sedî 39,1ê hevduberdanê di 5 salên pêşiyê da dibin, ji sedî 21ê hevduberdanê jî di navbera 6-10 salan da dibe.
Li gor dema zewacê hevdu berdan:
| 2015 | 2015 | 2016 | 2016 |
| Dema Zewacê | Hejmar | Rêje | Hejmar | Rêje |
| Bitevahî | 131.830 | 100 | 126.164 | 100 |
| Ji salekê kêmtir | 4.814 | 3,6 | 4.550 | 3,6 |
| 1-5 sal | 47.075 | 35,7 | 44.816 | 35,5 |
| 6-10 sal | 28.384 | 21,5 | 26.531 | 21 |
| 11-15 sal | 18.276 | 13,9 | 17.833 | 14,2 |
| 16-20 sal | 14.252 | 10,8 | 13.994 | 11,1 |
| 21-25 sal | 8.850 | 6,7 | 8.779 | 7 |
| 26+ | 9.957 | 7,6 | 9.495 | 7,5 |
| Yên nayên zanîn | 222 | 0,2 | 166 | 0,1 |