Li Erdexana ku yek ji bajarên Tirkiyeyê yên ku zivistan lê dirêj û dijwar derbas dibin, piştî ku hewa germ bû zozan jî şên bûn.
Li zozanên navçeya Goleyê yên ku bi mehan di binê berfê da man, piştî ku berf heliya şopên biharê tên dîtin.
Li mêrgên ku bi berfîn û kulîlkên çolê va rengîn bûn, careke din dengê çûkan tê bihîstin û çemên piçûk jî çêbûn.
Li quntarên Zozanê Samandokenê yê ku li hin deverên bilind hê jî berf lê heye, dîmenên xweş ên biharê serdest in.
Li dora gundê Çakiruzumê jî kulîlk vebûn, çêlek jî li dora fetlonekan diçêrin.
Dîmenên xweş ên li van herêman ji hêla ekîba AAyê va bi dronê hatin kişandin.