Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Êtîmên ji Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî yê ji welatê xwe revîn û xwe sipartin Hatayê li Gundê Perwerdeyê ya Reyhanliyê ya Weqfa Êtîman perwerdeya xwe didomînin, xeyalên xwe bi boyaxê dineqişînin.
40 êtîmên emrê wan di navbera 10 û 16an da diguherin li ser tuvalê rêça şer a li ser merivan, trajediya diqewime û xeyalên piştî şer neqişandin.
40 resmên hatin çêkirin li Gundê Perwerdeyê ya Reyhanliyê tên pêşandan.
Mehmet Guncumê Kordînatorê Pêşxistinê yê Gundê Perwerdeyê ya Reyhanliyê ya Weqfa Êtîman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku perwerdeya êtîm dibînin encamên erênî dan.
Guncum destnîşan kir ku ji bo pêşxistina êtîman çi ji destê wan tê dikin, ji destpêka hatina zarokan pê va xizmetên bedenî, fizîkî, menewî, akademîk, psîkososyal didin wan.
Kordînator Guncum got ku êtîman resma travmaya şer û piştî wê çêkirin û wiha pê da çû: "Zarokên me dema hatin vê derê psîkolojîya şer li ser wan hebû. Ji ekîbên me yên pispor perwerdeyên cuda hildan û ji bo jiyanê xwe amade dikin. Di vê çarçoveyê da êtîmên me li ser tuvalê rêça şer a li ser merivan, trajediya diqewime û xeyalên piştî şer neqişandin."
Guncum destnîşan kir ku 40 resim li Gundê Perwerdeyê tên pêşandan û wiha axivî:
"Di resmên êtîmên xêz kirin ên ewil da halê herî nebaş ê şer xanê dike. Zarên me li vê derê bi piştgiriya perwerde û psîkososyalê va tiştên baş difikirin. Di navbera herdu resman da ferqeke mezin heye. Me resim li dîwarên salona da darda kirin ku ziyaretvanên me jî bibînin. Ji ber ku hişmendiya êtîmên me ber bi başiyê diçe eê kêfxweş dibin. Em ê ji bo wan xebatan bidomînin."