MARDÎN
Namzedên mamostetiya kurdî yên ku li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê (ZMA) di beşa Kurdolojiyê ya Enstîtuya Zimanên Zindî de ji lîsansa bilind a bê tez mezûn bûn, dest bi çalakiya nameşandinê kir.
Mamosteyên kurdî yên ku li Parka Karayollariya Mêrdînê 19 rojan gereva birçîbûnê kir, di 12 îlonê de grev bi dawî kir. Mamoste îro li heman parqê civiyan û berê xwe dan şaxa PTTê ya taxa Yenîşehirê.
Mamosteyên kurdî li parqê nameyên ku daxwazê wan tê de hene nivîsîn û ji Serokomarî, Serokwezîrî, Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), Neteweyên Yekgirtî (NY), Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekgirtî (UNESCO), hin sazî û partiyên siyasî re şandin.
Berdevkê Platforma Mamosteyên Kurdî Omer Oncel li ser navê mamosteyên kurdî daxuyanî da û got ku wan piştî greva birçîbûnê dest bi nameşandinê kir û ew ê 5 rojan nameyan bişînin.
Oncel destnîşan kir, mebesta wan ew e ku dengê wan bê bihîstin û wiha dewam kir: "Ji bo ku em balê bikşînin li ser perwerdeya bi zimanê dayîkê me name nivîsî. Em ji gelê xwe dixwazin ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û piştgiriyê bidin me."