DIYARBEKIR
Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanakê der barê dibistana kurdî ya ku wê perwerdeya bi kurdî bide de got: "Gelê me perwerdeyê bi kîjan zimanî bixwaze, daxwaza gel çi be, wek xizmeteke qamûya herêmî em amade ne û namzed in ku vê daxwazê pêk bînin."
Hatibû ragihandin ku li Baxlara navçeya Diyarbekirê wê di Mala Desteka Perwerdeyê ya Ferzad Kemangerê de perwerdeya bi kurdî bihata dayîn, lê bi hinceta ku dibistan bê destûr e walîtiyê dibistan mohr kir. Kişanakê li ber dibistanê daxuyanî da û ji ber ku avahî hatiye mohrkirin bertek nîşan da.
Kişanakê got: "Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê, bi kurdî û bi zaravayên kurdî perwerdeyê bibînin û xwe ji paşerojê re amade bikin" û ji bo vê yekê jî em dixwazin zarok perwerdeya xwe bi zimanê dayika xwe bibînin.
Kişanakê got ku ew dixwazin hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê rabin û wiha dewam kir: "Gel îro ji bo ku van astengiyan ji holê rabike bi derfetên xwe ve însiyatîfek pêk anî, berpirsiyarî da ser milê xwe û dibistaneke ku bi kurdî perwerdeyê bide ava kir. Zimanê dayikê û hebûna kurdan hat qebûlkirin. Dev ji siyaseta înkarkirinê hat berdan. Dibistanên taybet dikarin bên vekirin."
Kişanakê destnîşan kir ku ew naxwazin zarok ji perwerdeyê mehrûm bimînin û wiha axivî: "Ji me re dibêjin ku 'We di statuya dibistana taybet de serlêdan bikira, me yê destûr bida we'. Ev jî bê edaletiyeke din e. Li vî welatî zarokên ku zimanê wan ê dayikê bi tirkî ye çawa ku wek xizmeteke qamûyê di dibistanên ku zimanê perwerdeya wan bi tirkî ye de bê pere perwerdeyê dibînin, mafê zarokên kurdan jî heye ku li welatê xwe wek xizmeteke qamûyê bê pere bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin. Gotinên berevajiyê vê gotinê cudakarî ne."
Kişanakê wiha dewam kir:
"Malbatên ku dixwazin zarokên xwe bişînin dibistanên bi kurdî perwerdeyê didin hene. Zarokên ku dixwazin bi kurdî perwerde bibin hene. Mamosteyên kurdî yên ku li benda tayînê ne hene. Tenê hikûmeta navendî ya ku mafê perwerdeyê di destê wan de ye astengiyê derdixe. Wê demê em vê astengiyê ji holê rakin. Heke hûn naxwazin wezîfeya perwerdeyê bikin, dest jê bikşînin û bi hemû derfet û çavkaniyên madî ve vê wezîfeyê dewrî rêvebiriyên herêmî bikin. Gelê me perwerdeyê bi kîjan zimanî bixwaze, daxwaza gel çi be, wek xizmeteke qamûya herêmî em amade ne û namzed in ku vê daxwazê pêk bînin."
Kişanakê got ku ew ê wek rêvebiriyên herêmî piştgiriyê bidin hewildanên perwerdeya bi zimanê dayikê.
Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Sakîne Esen Yilmazê jî got ku ziman resmê bawerî, çand û nasnameya miletekî ye û wiha dewam kir: "Astengkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê tê mena înkarkirina wî zimanî."