2016 ж. 15 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 15 қаңтар
KOCAELÎ
Bi hinceta îmzekirina danezana "Ji Bo Aştiyê Însiyatîfa Akademisyenan" ji 21 akademisyenên Zanîngeha Kocaeliyê yên ku îmzeyan di danezanê da hebûn 12 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê rêve dibe da bi hinceta "Heqaretkirina li Dewleta Tirkiyeyê, miletê Tirkiyeyê, Meclis û endamên darazê" û "kirina propagandaya rêxistina terorê" der heqê 21 akademisyenên ku danezan îmzekiribûn da biyara binçavkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku ekîbên polêsan 12 akademisyen binçav kirin, karûbarên der heqê 9 akademisyenên din da jî dewam dikin.