Abdullah Tel
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ANKARA
Di operasyona ekîbên Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê li dijî endamên PKKa rêxistina terorî birêve birin da ji 17 gumanbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hebû akademisyen Fîkret Başkaya jî di nav da 10 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ra ya Ewlehiya Enqereyê dijî endamên PKKa rêxistina terorî operasyon li dar xistin.
Ji 17 gumanbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hebû 10 gumanbar ber destê sibehê hatin binçavkirin.
Di nav kesên hatin binçavkirin da akademisyen Fîkret Başkaya jî heye.
Li gor agahiyên hat hildan gumanbarên binçavkirî ji ber sûcên li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorî kirine û alîkariya rêxistina terorî kirine hatine binçavkirin.
Ji bo qefaltina gumanbarên din jî operasyon didome.