13 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji welatiyan re got ku xwendekaran bifikirin û heta ku ezmuna YGSyê biqede li gor wê tevbigerin.
Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji ber ezmuna YGSyê peyamek weşand.
Serokwezîr Davutoglu di peyama xwe de wiha got: "Demek şûn de ezmuna YGSyê wê dest pê bike. Xwedê zêna hemû xwendekarên ku wê bikevin YGSyê veke. Ez ji hemû welatiyên me jî îstirham dikim ku bila xwendekaran bifikirin û heta ezmuna YGSyê biqede li gor wê tevbigerin."