Azmûna Derbaseka Perwerdeya Bilind (YGS) a ku ji bo qeyda zanîngehan qonaxa ewil e, dê di 15ê adarê roja yekşemê were kirin. 2 milyon û 126 hezar û 681 namzedan serî li azmûnê dan.
Namzedên ku dê bikevin azmûnê, bi nimroya nasnameya xwe ya TCyê û bi şîfreya xwe ya namzediyê ve dê bikaribin ji malpera înternetê ya OSYMyê belgeyên xwe yên azmûnê werbigrin.
YGS dê di 15ê Adara 2015an de tenê di rûniştinekê de pêk were. Azmûnê di saet 10.00an de dest pê bike û dê 160 deqîqe bajo. Ji bo miemeleya kontrola nasname û ewlehiyê divê namzed saetekê beriya wextê asayî yê azmûnê li ber deriyê avahiyê amade bin.
Di YGSyê de li gorî mufredata hevpar a ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê tê diyarkirin ve dê Testa Tirkî, Testa Zanistên Civakî, Testa Matematîka Bingehîn û Testa Zanistên Fenê cih bigrin. Di YGSyê de dê ji xwendekaran ji tirkî 40, ji dîrokê 15, ji erdnîgariyê 12, ji felsefeyê 8, tevî pêveka pirsên ji felsefeyê ji zanyariya exlaq û çanda dînê 5, ji matematîka bingehîn 40, ji fizîkê 14, ji kîmyayê 13 û ji biyolojiyê jî dê 13 pirs bên pirskirin.
- Encam dê li ser înternetê bên belavkirin
Dê ji namzedan re belgeya encamê neyê şandin. Namzed dê encama azmûnê bi nimroya xwe ya TCyê û bi şîfreya xwe ve ji adresa OSYMyê ya "https://sonuc.osym.gov.tr"yê ve bikaribin hîn bibin.