27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) va rûniştina ewil a azmûna hevpar a navendî ya serdema duyemîn a ku di çarçoveya pergala Bihurîna Ji Perwerdeya Seretayî Bal Hîndekariya Navendî (TEOG) da seba xwendekarên polê 8emîn tê kirin, dest pê kir.
Azmûnên hevpar ên ku li bendê ne milyonek û 167 hezar û 854 xwendekar dê beşdar bibin, li hundirê welat li 16 hezar û 176 dibistan û 92 hezar û 924 salonên li 970 navendan, li dervayê welat jî li 15 navend û 21 dibistanî pêk tê.
Di rûniştina îro da xwendekar di dersa tirkî, matematîk, çanda dînê û zanîna exlaqê da dikevin azmûnê.
Azmûn dê du rojan bajo û rûniştin dê di saet 09.00, 10.10 û 11.20an da dest pê bikin. Navber jî dê 30 deqe bin. Azmûnê li hemû navendan di eynî wextî da pêk werin.
Xwendekar dê di rûniştina duyemîn a sibê da jî ji dersa fen û teknolojî, T.C Dîroka Şoreşê û Ataturkparêzî û zimanê biyanî da bikevin azmûnê.