ANKARA
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) li ser daxwazên welî û xwendevanan maweya serîlêdanên tercîhkirina Ezmûna Diyarkirina Astê (SBS) heya 29ê tîrmehê dirêj kir.
Wezaretê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku encamên SBSê ya ku di bin çarçoveya pergala bicîkirina dibistana navîn de tê kirin, di 12ê tîrmehê de diyar kir.
Hat diyarkirin ku serîlêdanên tercîhan di 15ê tîrmehê de li gor pûana bicîkirina dibistana navîn, dest pê kir. Wiha hat gotin:
"Hatibû îlankirin ku dê muamelayên serîlêdanên tercîhan di 21ê tîrmehê de bi dawî bibe. Li ser daxwaza welî û xwendavanan wezareta me dirêjkirina maweyê heya 29ê tîrmehê munasib dît."