Pêşdibistan, dibistanên seretayî, dibistanên navîn û lîse sibê dikevin betlaneyê. 17milyon û 559 hezar û 989 xwendekar wê 3 mehan tetîl bikin.
Wezîrê Perwerdeya Netewî Nabî Avci wê li Anqereyê di Dibistana Koran a Mîtat Enç bi merasimê ve karnameyên xwendekaran bide.
Ji bilî mezûniyetê di betlanê de ezmûn qeydên nû jî wê hebin.
Xwendekarên ku qeyda lîseyê bikin û beşdarî Ezmûna ji Perwerdeya Bingehîn Derbasbûna Perwerdeya Navîn (TEOG) bûne jî wê di 24ê hezîranê de bi eşkerekirina encamê ve qeyda xwe lîseyan bikin.
Ezmûna Bicîhkirina Lîsansê (LYS) ya ku xwendekarên lîseyê bikevnê ku perwerdeya zanîngehê bibînin jî wê di navbera 13-14 hezîran û 20-21 hezîranê de çêbibe.
- Heyama nû
Dibistanê di 14ê îlonê roja duşemê dest pê bike. Betlaneya ewil jî wê di 25ê çileya paşîn de dest pê bike û 5ê sibatê de biqede. Heyama duyem jî wê di 8ê sibata 2016an de dest pê bike.