DIYARBAKIR
Komeke ku ji endamên Şûbeya Diyarbakirê ya Egîtîm-Senê pêk tê, civîna çapemeniyê li dar xist û xwest ku perwerdeya bi zimanê zikmakî bê dayîn.
Kom li ber Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr kom bû û pankartên ku li serê "Mahîr Çetînê ji ber ku kurdî diaxiviya hat kuştin, nemir e" û "Bila perwerdeya zimanê zikmakî bikeve bin temînata Destûra Bingehîn" dinivîsiyan, vekirin. Hevserokê Şûbeya Diyarbekirê ya Egîtîm Senê Yildirim Arslan li ser navê komê daxuyanî da. Arslan got ku li ser zimanê kurdan û hemû gelên ku li Anadoluyê dijîn, qedexe hene, divê ev qedexe bên rakirin.
Arslan parast ku divê hikûmet bi hişmendiyeke nû ya demokrasiyê tevbigere û xwest ku bila ji bo dibistanên ku dê perwerdeya kurdî bidin astengî dernexînin. Arslan da zanîn ku divê kurdî bi Destûra Bingehîn bibe qanûn û bikeve fermiyetê.
Komê pişt re li baxçeya midûriyê xwepêşandana rûniştinê kir. Komê diyar kir ku heta der barê dibistana ku dibêjin dê li gundê Yalazaya girêdayî navçeya Lîceyê perwerdeya kurdî bê dayîn, daxuyaniyek erênî neyê dayîn dê xwepêşandana xwe ya rûniştinê neqedînin.