ESKÎŞEHÎR (AA) - Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci diyar kir ku heta niha tu kesî ji bo perwerdeya bi kurdî serî li Midûriyeta Giştî ya Saziyên Perwerdeya Taybet nexist.
Wezîr Avci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li gor qanûna bingehîn, qanûn û rêziknameya di hemû xwendengehan de zimanê perwerdeyê bi tîrkî ye.
Saziyên ku dixwazin xêncî tîrkî bi zimanên din perwerdeyê bidin dibê beriya 1ê îlonê serî li Midûriyeta Giştî ya Saziyên Perwerdeya Taybet a girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî bi xistina û wiha axivî:
"Midûriyeta me li gor rêziknameya me ya niha lê dinêre û dikare ku biryarê bide di kîjan ders di kîjan zimanî de bê xwendin û li gor wê destûrê dide xwendegehên taybet. Ji ber vê hem di xwendingehên dewletê de hem jî di xwendingehên taybet de hin ders di zimanên din de tên dayîn. Heke muteşebisek xwendingehekî veke û bixwaze ku hin dersan bi kurdî bide xwendinê dibê serî li Midûriyeta Giştî ya Saziyên Perwerdeya Taybet bixe. Li gor agahiyên ku di destê min de ne heta niha tu kesî serî li Midûriyeta Giştî ya Saziyên Perwerdeya Taybet nexistiye."
Avci diyar kir ku xwendigehên taybet li gor hin qistasan tên vekirin û wiha got: "Li gor qanûnan, mecbûre ku hemû xwendingeh (hezkî yên taybet, hezkî yên dewletê) di bin kontrola Wezareta Perwedeya Taybet a Neteweyî de bin."
Avci destnîşan kir ku di vê mijarê de standart hatine kifşkirin û wiha pê de çû:
"Ji bo kesên ku dixwazin xwendingehê taybet vekin krîterên me yên pol û labaratuara hene. Li vê derê kîjan mamoste dikare kîjan dersê bide û bernameya dersan di mufredatê de li gor krîteran hatiye eşkerekirin. Heke bi wan bernameyan ve serî lê bixin muracat tên nirxandin. Ev şert û merc bi tenê ji bo perwerdeya bi kurdî na ji bo hemû xwendingehên taybet wiha ne."
- 14 saziyan ji bo qursa kurdî destûr sitand
Avci got ku dibê xwendingehên taybet û kursên ziman neyên tevlihevkirin û wiha axivî:
"Vekirina qursên zimanên biyanî û zimanê kurdî serbest e. Qasî ku ez dizanim sala par 14 saziyan ji bo vekirina qursa kurdî serî lê xistin û destûr sitandin. Ji van 14 qursan 9 hebê wan hatin girtin, 5 hebê wan dewam dikin. Ji bo vekirina qursa pirsgirêk tune lê belê heke ku dixwazin xwendingehan vekin dibê wê çaxê serî li Midûriyeta Giştî ya Saziyên Perwerdeya Taybet xin."