Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Mala Mamosteyan ya Trabzonê Roja Mamosteyan pîroz kir û der heqê rojevê de axivî.
Ji axaftina Erdogan hin serenavên derketine pêş ev in:
-Me di 11 salan de 400 hezar mamaoste girtin. Em ê di meha sibatê de jî tayîna 10 hezar mamosteyan bikin. Ez wisa zen dikim ku em ê 40 hezar mamosteyan jî di meha tebaxê de li wan zêde bikin.
-Her çiqas ku Tirkiye mezin dibe û pêş ve diçe û derfetên wê zêde dibin, em dixwazin van derfetan li mamosteyan, li perwerdeyê xerc bikin. Ev 11 sal e armanca me ev bû. Perwerde her serdemê di nav polîtîkayên partî û hikûmeta me de xala sereke ye.
-Me meaşên mamosteyên xwe ji sedî 303 zêde kir, meaşê wan di 2002yan de bi tevî dersên zêde 635 lîre bû, lê niha meaşê mamosteyekî/ê 2437 lîre ye.
-Li welatên herî pêşveçûyî hîn jî der barê perwerde û ewlekariya civakî de pirsgirêk hene. Gelek welat nikarin di mijara perwerde û ewlekariya civakî de reforman bikin. Ji bo reformanan biryardarî û cesaret divê.
-Em nikarin bi kêmasiyên pergala perwerdeyê xwe bigihînin armancên xwe yên 2023an. Zarok ji pêşdibistanê heya zanîngehê weke pêşbaziyeke hespan dikevin pêşbaziyê. Heya ku zanîngehê diqedînin ji jiyanê jî destê wan sar dibe. Ev pergala heyî pergaleke baş nîne.
-Çawa ku di perwerdeyê de mamoste girîng in, di reformên perwerdeyê de jî kesên ku em ê pê re bişêwirin mamoste ne. Em ê bi mamosteyan re pêvajoyên reforman înşa bikin û pêş ve bibin. Ew pergalên ku tê de qedrê mamosteyan nayê girtin pergalên baş nînin.