Fatih Gazioğlu
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2019
Encamên Ezmûna Ketinê ya Personeltiya Akademîk û Perwerdeya Serlîsansê (2019-ALES/2) ku bi destê Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) hat kirin, eşkere bûn.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya OSYMê hat dayîn, encama ezmûna ku di 22yê îlonê da hat kirin, eşkere bû.
Kesên ku ketin ezmûnê dikarin li ser navnîşana "https://sonuc.osym.gov.tr"ê encamê bibînin.