Li Amerîkayê di hilbijartinên navdem de li gor encamên nefermî Partiya Komarparêz hem di Meclisa Nûneran de hem jî di Senatoyê de bi ser ket.
Hilbijêrên amerîkayî ji bo hilbijartina navdem çûn ser sindoqê û deng dan. Hilbijartin ji bo ku hemû endamên Meclisa Nûneran ya ku ji 435 endaman pêk tê, ji bo 36 endamên Senatoyê, ji bo 38 waliyên eyaletan û ji bo endamên meclisên eyaletan bên kifşkirin hat kirin.
Heta niha Demokratan ji 36 sandalyeyên Senatoyê 11 sandalye, Komarparêzan jî 22 sandalye qezenc kir. Bi tevahî 100 sandalyeyên Senatoyê hene. Bi vî awayî ve sandalyeyên Demokratan bû 45, yên Komarparêzan jî bû 52. Komarparêzan piştî 8 salan cara ewil e ku piraniya sandaliya bi dest xist.
Komarparêz di hilbijartina Meclisa Nûneran de jî li pêş e.
Ji bo 435 endaman hilbijartin hat kirin û Komarparêzan heta niha 235 sandalye qezenc kir. Demokratan jî 160 sandalye qezenc kir.