31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
ANKARA
Encamên azmûnên hevpar ên navendî yên serdema duyemîn ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî va bona xwendekarên pola 8emîn di 26-27ê nîsanê da hatin kirin û herwiha encamên azmûnên mazeretê yên ku di 20-21ê gulanê da hatin kirin, ji ser "e-dibistan Pergala Agahdarkirina Weliyan" hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, milyonek û 185 hezar û 328 xwendekar beşdarî azmûnên hevpar ên navendî yên serdema duyemîn bûn. Encamên azmûnan li ser pergala e-dibistanê wekî nota nivîsar a dersên xwendekaran hatin barkirin.
Xwendekar û welî wê bikaribin encamên azmûnan ji ser "e-dibistan Pergala Agahdarkirina Weliyan" hîn bibin.