28 Gulan 2017•Rojanekirin: 28 Gulan 2017
ANKARA
Ji bo kadroyên grûba Ayê ya qamûyê, rûniştina sêyem a ezmûna KPSSê hat kirin.
Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) li 81 wîlayetên Tirkiyeyê û li Lefkoşaya Qibrisê ezmûn kir.
Di rûniştina ezmûnê ya danê sibehê da ji namzedan 120 pirsên qabiliyeta giştî û çanda giştî hatin pirsîn û 130 deqîqe dem hat dayîn.
Di KPSSê da hemû namzed di 21ê gulanê roja şemiyê di rûniştina serê sibê da pirsên qabiliyeta giştî û çanda giştî bersivandin. Namzedên mamostetiyê jî heman rojê piştî nîvro beşdarî rûniştina zanistên perwerdeyê bûn.
Rûniştina yekemîn a ezmûna beşan di 27ê gulanê roja şemiyê saet 10.00î da, rûniştina duyemîn jî saet 14.30î da hat kirin.
Îro serê sibê jî rûniştina sêyemîn hat kirin û KPSS kuta bû.
Ji bo kadroyên mamostetiyê jî di 16ê tîrmehê da jî ezmûna Testa Agahiyên Beşa Mamostetiyê (OABT) wê were kirin.