ANKARA
Li gor agahiya OSYMyê encamên ezmûna KPSSê ya Koma Ayê û ezmûna Mamostetîyê ya ku di 6 û 7ê tîrmehê de hatibû kirin û encamên Ezmûna Beşa Zanyariyê ya Mamostetiyê ya ku 14ê tîrmehê de hatibû kirin, hatin diyarkirin.
Namzet bi şifreyên xwe dikarin bikevin malpera OSYMyê ya https://sonuc.osym.gov.tr yê û bi hejmarên nasnameyên xwe yên TCyê ve dikarin encama ezmûnên xwe hîn bibin. Encama ezmûnan wek kaxiz wê neyên çapkirin û wê navnîşana namzetan re neyê şandin.
Li gor agahiya malpera OSYMyê 476 hezar û 733 namzetan serî li ezmûna roja şemiyê da, lê 450 hezar û 645 namzet beşdarî ezmûnê bûn. Ezmûna 450 hezar û 529 namzetan hat qebûlkirin lê, ezmûna 116 kesan nehat qebûlkirin.
Ji bo ezmûna roja yekşemê jî 72 hezar û 527 namzetan serî lê da, lê 60 hezar û 398 kes ketin ezmûnê. Ji van jî encama ezmûna 60 hezar û 388 kesan hat nirxandin û diyarkirin.