16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê li Navenda Giştî ya MHPyê encamên referandumê teqîb kir û der barê encaman da daxuyaniya nivîskî da.
Bahçelî der barê ancama referandûmê da wiha got: "Gelê me yên ezîz bi hesasiyeke mezin çû ser sindoqan û bi îradeya xwe ya azad destûr da derbasî Pergala Hikûmeta Serokomarî bibin. Ev serkeftineke mezin û qezenceke mezin e nayê înkarkirin û îhmalkirin."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçeli di daxuyaniya xwe da wiha got: "Miletê tirk ê mezin ku yekane xwedanê serweriyê ye, bona siberoja welatê xwe gotina xwe ya dawîn gotiye, li îstiqlal û îstiqbala xwe xwedî derketiye. Herkes divê rêza xwe nîşanî vê yekê bide û rîayet bike. Ez hêvîdar im ku encama îro ji welatê me, miletê me, demokrasiya Tirkiyeyê û partiyên me yên siyasî ra bixêr be. Vîna gel wekî erê tecelî kiriye û herwiha bi vî awayî di jiyana me ya dewlet û siyasetê da qonaxeke nû dest pê kiriye."