Nihat Kavşut
16 Mijdar 2019•Rojanekirin: 17 Mijdar 2019
Encamên serlêdanên burs/krediyê yên perwerdeya bilind hatin eşkerekirin.
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku encamên serlêdanên burs/krediyê yên perwerdeya bilind yên heyama 2019-2020an hatine eşkerekirin.
Encamên serlêdanên burs/krediyê yên perwerdeya bilind ji ser malpera fermî ya sonuc.kyk.gov.tryê hatin eşkerekirin.
Burs û kredî bi destê Midûriyeta Giştî ya Wargeh û Krediyê ya Wezareta Spor û Ciwaniyê tên dayîn.
Burs û kredî ji Rêbendana 2020an pê va wê ji bona xwendekarên lîsansê 550, lîsansa bilind hezar û 100 û ji bona doktorayê jî hezar û 650 lire be.