Türkan Tosun
21 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2019
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu daxuyand ji bo ku milyonek ajneberên nû bigîhijin, ewê heta dawiya 2020an avjeniyê hînê milyonek kesî bikin.
Kasapoglu di 31emîn Pêşbirka Avjeniyê ya Di Navbera Parzemînan a Samsungê da daxuyanî da rojnamevanan.
Mehmet Muharrem Kasapoglu got wek wezaret wan hedefek dane pêş xwe ku avjeniyê hînê 100 hezar kesî bikin û wiha axivî: "Me hedefa xwe ya 100 hezar kesî di nav 100 rojan da bi hînkirina avjeniyê ya 150 hezar zarokî temam kir. Îro em hedefeke nû didin pêş xwe. Wek wezaret ji bo ku milyonek ajneberên nû bigîhijin, emê heta dawiya sala 2020an avjeniyê hînê milyonek kesî bikin."
Wezîr Kasapoglu got avjenî ji bo tenduristiyê pir baş e û dewam kir: "Wek wezaret emê hemû hewzên xwe, hewzên şaredariyê û zanîngehan ji bo vê hedefê bi kar bînin. Heke hewce bike emê di mijara hewz da jî hevkariyê bikin. Ji bo çêkirina hewzên nû jî xebatên me yên pir baş hene. Ji bo avjeniyê emê hemû astengiyan ji holê rakin. Emê avjeniyê hînê her mirovê temenê wan cuda ne bikin. Piştî vê pêvajoyê bi şampiyoniyên Ewropa û dinyayê va emê vê serkeftinê temam bikin."
Der barê 31emîn Pêşbirka Avjeniyê ya Di Navbera Parzemînan a Samsungê da jî Kasapoglu got ev çalakiyeke baş e, gel eleqeyeke mezin nîşan dide, hezar û 200 ajneber beşdarî pêşbirkê bûne ku nîvê wan biyanî ne.
Kasapoglu got ewê hewl bidin turîzma sporê ya Tirkiyeyê pêşva here.