Selma Kasap
10 Nîsan 2022•Rojanekirin: 11 Nîsan 2022
Ji hêla Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) va Ezmûna Zimanê Biyanî (2022 YDS/1) cara ewil li 81 parêzgehan hat kirin.
YDSya ku berê li 41 parêzgehan dihat kirin, ji bo ku namzed bi awayekî hêsantir bikevin ezmûnê ji bo cara ewil li 81 parêzgehan hat kirin.
Namzed piştî saet 10.00an hilnedan hundirê avahiyên ezmûnê. Ezmûnê di saet 10.15an da dest pê kir û ji bo 80 pirsan 180 deqîqe mawe dan namzedan.
Encamên ezmûnê dê di 6ê Gulanê da bên eşkerekirin.