Selma Kasap
17 Nîsan 2022•Rojanekirin: 19 Nîsan 2022
Ezmûna Perwerdeya Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (2022-ALES/1) ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) va hat çêkirin.
Ezmûna ALESê di saet 10.15an da dest pê kir û 150 deqîqe dewam kir.
Ezmûn li gor tevdîrên Kovîd-19ê çêbû.
Di ezmûnê da tevahî 100 pirs ji namzedan hat pirsîn.
Li gor agahiya OSYMyê encamên ALESê wê di 12ê gulanê da bên eşkerekirin.
Puanên bên hildan ji roja eşkerekirina encaman pê va wê heta 5 salan derbasdar bin.