GAZÎANTEP - ADEM YILMAZ - Ferhenga kurdî-tirkî di encama xebatên salekê de hat amadekirin. Ferheng bi destê komeke akademisyenên ku ji aliyê Saziya Ziman a Tirk ve hatibû peywirdarkirin ve hat amadekirin. Ferheng dê piştî lêkolîn û nirxandinên dawîn bê weşandin. Di ferhengê de 13 hezar peyv cih digrin.
Ferheng di Serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê yê Zanîngeha Gazîantepê Alk. Doç. Dr. Fevzî Karademîr de û ligel 3 akademisyênan hat amadekirin û ji bo raportor kontrol bikin şandin TDKyê.
Karademîr ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan piştî xebateke dirêj û zor ferheng amade kir û şande TDKyê. Ferheng dê piştî vekolan û nirxandina raportoran bê çapkirin.
Karademîr eşkere kir ku ferheng "kurdî-tirkî" û tirkî-kurdî" amede kirine û wiha dewam kir: "Ferheng bi destê kesên lîsansa bilind dikin hat amadekirin. Karekî hêsan nîne ku mirov hemû peyvên zimanekî bicivîne û bi awayekî rêk û pêk rêz bike."
Karademîr da zanîn ku wan ferhenga tirkî ya ji aliyê TDKyê ve ji bo dibistana seretayî hatiye amadekirin wek mînak û rêber girtiye û li gor vê ferhenga kurdî amade kiriye.
Karademîr bal kişand li ser ferhenga ku ji du qisman pêk tê û got: "Ji ber ku hin peyvên tirkî û kurdî rasterast nayên heman wateyê, di beşa kurdî de hejmara peyvan zêdetir e. Ferheng niha ji aliyê raportoran ve tê nirxandin. Dibe ku piştî nirxandinê hin peyv jê bên derxistin û an jî lê bên zêdekirin."
Karademîr got ku wekî hemû zimanan devokên kurdî jî hene, lê dema ku mirov bala xwe dide ferhengên kurdî yên ku niha hatine amadekirin, malperên kurdî û rojnameyan tê dîtin ku ziman hêdî hêdî ber bi standardîzebûnê ve diçe.
Karademîr got ku wan devokek ji xwe re nekiriye referans, li gor hebûna term û bêjeyên kurdî ferheng amde kirine û wiha pê de çû: "Carinan hin astengî derketin pêşberî me. Mînak hin peyv hebûn ku li herêma Wanê wateya wê tiştek e, li herêma Mêrdînê tiştekî din e. Herwiha me pirtûka Mehmet Malmîsanij ya bi navê 'Ferhenga Rastnivîsê ya Kurdî-Tirkî' wek rêber pejirand û piştî xebateke dirêj û lêkolînên bizehmet ferheng amade kir."
-Ji bo dersên kurdî bi rêk û pêk bên kirin pêdiviya me bi ferhengê heye
Karademîr got: "Ji bo dersên kurdî bi rêk û pêk bên kirin me ev ferheng amade kir. Me di vê çarçoveyê de ferheng amade kir lê divê ev ferheng wek berhemeke sereke bê pejirandin. Herwiha ji ber naveroka xwe ya berfireh dibe ku ferheng ji şagirtan re piçekî giran jî be."
Karademîr di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser tîpên kurdî yên ku di alfabeyê de nînin û got: "Tîpên alfabeya berdest hemû dengên kurdî nadin. Hin deng di dema bilêvkirinê wateyên cuda didin. Lewra ji bo watedarkirinê ev deng pêwîst in, dibe ku xwendekar di xwendinê de bi hinek astengiyan re rûbirû bimînin."