ŞANLIURFA
Ji ber pevçûnên li herêma Serêkaniya girêdayî bajarê Hasekiya Sûriyeyê, li navçeya Ceylanpinarê navber dabûn perwerde û hindekariyê, piştî aramiyê xwendekaran îro dest bi dersê kirin.
Navçeya Ceylanpinarê ji ber pevçûnên di navbera PYDê û Eniya Nûsrayê de diqewimin, di bin bandorê de dimîne.
Li dibistanên navçeyê di navbera 28 û 30yê cotmehê de navber dane perwerdeyê. Piştî li herêma Serêkaniya Sûriyeyê aramî hakim bû li Ceylanpinarê perwerde û hindekariyê ji nû ve dest pê kir.