MARDÎN
Mamosteyên kurdî yên ku di Beşa Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê de mastira bêtez kir û mezûn bûn bi hinceta ku der barê tayînkirina wan de soz hatin dayîn, lê nehatin kirin çalakî li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê.
Çalakî li ber avahiya rektoriyê hat lidarxistin. Mizgîn Tûrgay li ser navê Platforma Mamosteyên Kurdî ya ku ji mamosteyên kurdî pêk tê daxuyanî xwend û diyar kir piştî ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di hezîrana 2012an de got ku kurdî di xwendingehan de dê wek dersa bijarte bê dayîn û pê ve, hin zanîngehan ji bo mamostetiya kurdî xwendekar girtin û mamosteyên kurdî perwerde kirin.
"Ji hezar û 500î zêdetir mamosteyên kurdî li bendê ne ku bên tayînkirin"
Tûrgay destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan di serî de, rayedarên hikûmetê û rayedarên YOKê der heqê perwerdekirina mamosteyên kurdî de daxuyaniyên erênî dabûn û wiha dewam kir: "Piştî derket holê ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî li ser vê mijarê tu xebat nekirin, ji rayedarên hikûmetê Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Çelîk daxuyanî dabûn ku mamosteyên kurdî dê bên tayînkirin."
Tûrgay got ku tayînkirina mamosteyên kurdî tînin bi îstatîstîka hilbijartina dersa kurdî ve girêdidin, em vê yekê şaş dibînin û wiha pê de çû:
"Tînin dema dershilbijartinê dixin wextekî wisa ku wê demê xwendekar li xwendingehê namînin. Li gelek cihan jî bi hinceta ku mamosteyên dersa kurdî tunene, nahêlin ku xwendekar wê dersê hilbijêrin. Li Tirkiyeyê ji hezar û 500î zêdetir mamosteyên kurdî hene û li bêndê ne ku bên tayînkirin. Piştî soz hatin dayîn ku mamoste dê piştî perwerdeyê bên tayînkirin, gelek kes ji bo ku bibin mamosteyê kurdî dev ji kar û barê xwe berdan, zext û zorî kişandin û mexdûr bûn. Ji ber vê mexdûrbûnê heke ew sozên ku dabûn me bi cih neynin, çalakiya rûniştinê û gireva birçîbûnê tê de, em ê serî li hemû mafên xwe yên demokratîk bidin. Em vê yekê îlan dikin. Heke ku wê di pêvajoya çareseriyê de semîmî bibin, ji aliyê hikûmetê ve rewşa mamosteyên kurdî jî îmtihanek e."
"Em ê wek serkêşên vî karî piştgiriyê bidin mamosteyên kurdî"
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê û Midurê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Qedrî Yildirim jî tevî çalakiyê bû û got ku piştî biryar hat dayîn ku di xwendingehan de dersa kurdî dê bê dayîn, ji wan hat xwestin ku ew pirtûkên dersê amade bikin û ji bo mamostetiya kurdî xwendekaran perwerde bikin.
Yildirim daxuyand, li gor protokola ku wan bi Wezareta Perwerdeya Neteweyî re kir, wan ji bo dersa bijarte ya kurdî hem pirtûk amade kir û hem jî nêzî hezarî mamoste perwerde kir û ew mezûn kirin. Yildirim got: "Gotin heke hûn van tiştana bikin, namzedên momostetiyê qet nebe wê wek peymanî bên tayînkirin."
Yildirim got: "Me hem parlementerên îqtidarê hem yên mixalefetê û hem jî Wezîrê Perwerdeya Neteweyî ziyaret kir. Li gor sozê ku hat dayîn, ev mamoste dê ji îlona sala par û vir ve bihatana tayînkirin. Mixabin heta niha tu encameke erênî derneketiye, sozê ku hat dayîn li hewa ma û bi cih neanîn" û wiha dewam kir:
"Gotina derew, soznegirtin û pênebawerî nîşaneyên minafiqtiyê ne. Demeke kurt ma ku ev elamet tecelî bikin. Heke na ev elamet li ser kesên ku soz dabûn dê tecelî bikin. Li gor ruhê aştî û pêvajoya çareseriyê divê demildest tayîna van mamosteyan bê kirin. Ev elzem e. Mamoste li vê derê mexdûr bûn. Divê teqez di meha îlonê de tayîna wan çêbibe. Heke na, greva birçîbûnê di serî de, dê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Em ê jî wek serkêşên vî karî piştgiriyê bidin wan. Bêyî ku em bikevin defikên provakasyona, em ê piştgiriyê bidin wan. Çavên me li rê ye."
Koma mamosteyan demekê li erbaneyan dan, bi kurdî û tirkî duruşme berz kirin û belav bûn.