ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci: "Ji bo 40 hezar mamosteyên ku wê nû bên tayînkirin mexdûr nebin û ji bo ku astengî di perwerdehî û hîndekariyê de çênebe, dibe ku di civîna 28ê tebaxê de ev mijar wek rojeveke pêvek were nirxandin û ji bo tayînê verastkirina zagonî çêbibe."
Wezîr Avci li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der heqê tayînkirina mamosteyên ku wê di meha tebaxê de bihata kirin de got ku ji bo di plana perwerdehiyê de astengî derneyên ew ê hewl bidin.
Wezîr Avci wiha got: "Ji bo di plana tayînkirina mamosteyan de pirsgirêk derneyê, ji bo 40 hezar mamosteyên ku wê nû bên tayînkirin mexdûr nebin û ji bo ku astengî di perwerdehî û hîndekariyê de çênebe, dibe ku di civîna 28ê tebaxê de ev mijar wek rojeveke pêvek were nirxandin û ji bo tayînê verastkirina zagonî çêbibe. Ez hêvî dikim ku partiyên mixalefetê di vê mijarê de xesas tevbigerin."