11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
BATMAN
Karsazê ji Batmanê Veysî Îren hezar û 500 pirtûk ji bo navçeya Sasonê bexşandin.
Karsazê xêrxwaz Îren pirtûkên ku bona xwendekaran bexişandin, teslîmî Midûrê Perwedeya Neteweyî yê Navçeyê Feyzullah Yar kirin.
Midûrê Perwedeya Neteweyî yê Navçeyê Yar jî spasiya Îren kir û wiha got, "Pêşketin bi xwendinê pêkan e. Ez li ser navê civata perwerdeyê û navçeya me sipasiya Veysî Beg dikim ku di vê mijarê da hişyar û baldar e û herwiha alîkariya ku ji destê wî tê, pêşkêş kir."