Türkan Tosun
23 Sibat 2020•Rojanekirin: 24 Sibat 2020
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk daxuyand li Elezîzê piştî erdhejê perwerdeya ku navber hatibû dayîn wê sibê car din dest pê bike.
Wezîr Selçuk li Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Mamoste Sidika Avarê ya Elezîzê bi xwendekarên perwerde dibînin ra hevdîtinek kir û paşê daxuyanî da çapemeniyê.
Selçuk got piştî erdhejê dibistan ji xizmeta welatiyan ra hat vekirin ku 65 hezar û 468 hezar kes lê dimînin, di dibistan, salonên werzişê û avahiyên din da tevahî 265 xwendekar û malbatên wan hê jî li vir dimînin.
Ji bilî xizmeta cihên mayînê Selçuk der barê hejmara kesên piştgiriya derûniyê li wan hat dayîn da jî wiha axivî: "Heta îro ji 111 hezar û 251 zarok û 17 hezar û 18 mezin, tevahî ji 28 hezar û 269 welatiyê me ra piştgiriya derûniyê hat dayîn û hê jî dewam dike.
Selçûk got li herêmê di erdehejê da li Elezîzê 33, li Meletiyê 32, li Adiyamanê 14, li Diyarbakırê 18 dibistan û atolyeyekê zirar dît û ji ber vê 98 dibistan hatin girtin û perwerde hat rawestandin.
- "Li Elezîzê dibistan wê sibê vebin"
Wezîr Selçuk wiha dewam kir: "Sibê li Elezîzê wê zengila dibistanê lê bixe. Welî bila bizanibin ku di hemû dibistanên me da perwerdeya seranserê rojê guherî û perwerdeya dugavî wê çêbibe. Heta dibistanên me yên nû amade bibin, tu xwendekarekî me jî wê zehmetiyê nekşîne û ewê perwerdeya xwe bidomînin. Mala xwendekar nêzîkî kîjan dibistanê be ewê li wir bixwîne. Hemû xebat temam bûn, em amade ne."
Wezîr Selçuk got piştî erdhjeê xêrxazan xwestiye alîkariyê bidin û ewê 21 dibistanan û saloneke werzişê çêbikin ku ew spasiya wan dike.