Nihat Kavşut
20 Sibat 2020•Rojanekirin: 21 Sibat 2020
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ragihand wê 20 hezar mamosteyên din jî tayîn bikin.
Selçuk li Maseya Edîtoran ya AAyê der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê Tora Înformatîk ya Perwerdeyê ku hatiye nûkirin da diyar kir li gor zarokan îmtihanên ceribandinê yên taybet tên çêkirin û wiha got: "Her tişt li gor kesan taybet e. Li dinyayê li 2-3 dewletan heye û yek jî Tirkiye ye."
Selçuk ragihand wê 20 hezar mamosteyên din jî tayîn bikin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir di erdheja li Elezîzê da 30 dibistan xisarê dîtine û got ku demildest hat çareserkirin ku wê çawa û li ku derê bên çêkirin û wiha dewam kir: "Ez ê roja yekşemê li Elezîzê bim. Em ê bi weliyan ra biaxivin, kêmasiyan tespît bikin. Roja duşemê jî em ê dibistanan vekin."
Selçuk diyar kir li dibistanên ku bi îmtihanê xwendekaran hildidin rêjeya kontenjanan wê ji sedî 10 be û hejmar jî li gor rêjeyê bê eşkerekirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê hejmara xwendekarên ji ber Îmtihana Derbasbûna Lîseyan (LGS) dikevin îmtihanê da wiha got: "Em ê zarokên xwe mexdûr nekin. Kontenjan hatine amadekirin. Bira rehet bin."
Selçuk diyar kir ji bona xwendekarên bi spor, huner û zanistê ra eleqedar dibin derkevin pêş hin xebatên wan yên amadehiyê hene û wiha peyivî: "Em dixwazin standardên vekirina dibistanên taybet bilind bikin. Hin guherînên qanûnî hewce dikin û pêvajoya li Meclisê didome."