Sevim Hatun
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ANTALYA
Di çarçoveya projeya "Em Anadolu ne" ya Wezareta Karên Navxweyî birêve dibe de nêzî 200î xwendekarên ji Bedlîsê çûn Antalyayê.
Waliyê Antalyayê Munîr Karaloglu pêşwazî li zarokên ku bi balafirê çûn Balafirgeha Antalyayê kir. Zarokan hevalên xwe yên bitlisî bi qerenfîlan pêşwazî kir û li vir koma akrobasiyê ji bo zarokan pêşandan li dar xist.
Walî Karaoglu di merasima pêşwaziyê de axivî got ku di çarçoveya projeya "Em Anadolu ne" ya Wezareta Karên Navxweyî birêve dibe de wê ji 11 bajarên aliyê rojhilatê heta 23 bajarên rojavayê welêt wê 50 hezar xwendekarên emrê wan di bin 15an de ye seyehatê bikin.
Karaloglu got ku di çarçoveya projeyê de wê nêzî 3 hezar xwendekar tevî mamoste û rêvebirên dibistanê ve ji Bedlîs û Şirnexê werin Antalyayê û wiha axivî:
"Em îro koma ewil a ji Bedlîsê hat pêşwazî dikin. Me ji wan re got 'Hûn bi xêr hatin.' Înşellah ew ê projeya me 7 hefteyan berdewam bike, wê di nav hefteyekê de du kom werin. Antalya yek ji bajarên turîzmê ye. Me xwest xwendekarên me yên hatin Antalyayê li otêlên luks bimînin. Xwendekarên me wê li otêlên pêncstêrk bimînin. Wê 3 rojan cî û warên dîrokî û turîstîk ên li herêmê bigerin."