ADIYAMAN
Li Adiyamanê 80 mamosteyên sûriyeyî ku di konbajaran de dijîn, li sinifên ku perwerdehiyê didin, perwerdehiya zimanê tirkî dibînin.
Li Adiyamanê penaberên sûriyeyî ku ji şerê li welatê xwe reviyan û di kombajaran de dimînin, ji mamosteyên tirk û sûriyeyî perwerdehiyê dibînin. Li ser daxwaza mamosteyên sûriyeyî yên ku li kombajarê 3 hezar zarok perwerde dikin, ji aliyê Walîtiya Adiyamanê û Navenda Perwerdehiya Gel kursa zimanê tirkî hat vekirin. Mamosteyên sûriyeyî ji mamosteyên tirk zimanê tirkî hîn dibin. Di kursê de jin û mêr di dibistanên cuda de perwerde dibin û 80 mamosteyên sûriyeyî ji kursê sûd werdigrin.
Mamosteyê zimanê tirkî Mîne Karakaşli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî ku dibistan ketin betlanê mamosteyên sûriyeyî kursa zimanê tirkî xwestin. Karakaşli wiha dewam kir: "Hevalên me yên mamoste yên sûriyeyî perwerdehiya erebî didin, lê ji ber ku zimanê tirkî nizanin nikarin bi tirkan re biaxivin. Li ser vê jî xwestin ku zimanê tirkî hîn bibin." Mamosteyên sûriyeyî heftê 5 rojan perwerdehiyê dibînin.