Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Avci destnîşan kir ku li ser biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a der heqê dersxaneyan da bi nûnerên sektorê û hiqûqnasan ra hatin bal hev û wiha got: "Li gor qenaeta me valahî wê bi verastkirineke îdarî ji holê rabe. Ev jî bi şêwra bi nûnerên sektorê ra derket holê. Em ê rêziknameya xwe di nav vê hefteyê da biweşînin."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Avci: "Min duh êvarê mijar ji Birêz Serokwezîrê me ra jî got. Li gor pêşniyazên wî jî, me li wezaretê îstişare kirin û biryar hat dayîn ku rotasyon neyê sepandin"