Li Zanîngeha Dîcleyê ezmûna lîsansa bilind a bêtez a kurdî ya ku di 21ê kanûna paşîn hat çêkirin ji ber ku pirsên ezmûnê di malperan de belav bûn hat betalkirin û pişt re ezmûneke din hat çêkirin û 120 kes di lîsansa bilind de bi cî bûn. Lê belê xwendekarekî îdia kir ku di malpera zanîngehê de saeta ezmûnê nenivisîbû, ji ber vê yekê nekarî bikeve ezmûnê û ji bo betalkirina ezmûnê serî li Dadgeha Kargêriyê da.
Di vê navberê de ji 120 kesan nêzî 100 kesî perwerdeya xwe ya lîsansa bilind a bêtez a kurdî dewam kirin û mafê dîploma standinê bi dest xistin, lê ji ber ku dadgahê birêvebirin da seknandin nikarin dîplomayên xwe bistînin.
Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun daxuyaniyek da nûçegihana AAyê û got ku 120 kes ji ezmûna lîsansa bilind a bêtez a kurdî derbas bûn û dest bi perwerdeyê kirin, di perwerdeya ku du serdem hat kirin de bi qasî 100 kesî mafê mezûnbûnê bi dest xist.
Eyîgun got ku piştî ku ezmûn a di 21ê kanûnê de hat taloqkirin di malpera xwe de daxuyanî dan û di daxuyaniyê de dan zanîn ku ezmûn hat paşvexistin û ji bo ku namzedên ji derve tên mexdur nebin jî diyar kirin ku dê ezmûnê roja din bikin. Eyîgun da zanîn ku der heq hinceta betalkirina ezmûnê de ji bo agahdarkirinê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kir ku ev yek jî wê hingê di malpera xwe de weşandin.
- Dîploma paş de hat xwestin
Eyîgun got ku di daxuyaniya çapemeniyê de nehat diyarkirin ka dê ezmûn di saet çendan de bê kirin û lê sedema paşvexistinê hat gotin û wiha axivî: "Ji sedî 99ê xwendekaran ketin ezmûnê. Xwendekarekî ku nekete ezmûnê pişt re got ku di malperê de saeta ezmûnê kifş nebû ji ber vê yekê ez neketim ezmûnê. Xwendekar li daxuyaniya me ya çapemeniyê nihêriye û neketiye ezmûnê. Ji ber ku di wê daxuyaniyê de saet nehatibû diyarkirin xwendekarî serî li dadgehê da. Dadgehê biryar da ku birêvebirinê bide sekinandin. Dadgeh digel her îhtimalê di tiştên wiha de biryara sekinandina birêvebirinê dide. Doz hê jî berdewam e û encam nehat diyarkirin. Îhtimaleke mezin dê dageh mafê ketina ezmûnê bide wî kesê ku serî li dadgehê daye. Li vir mamosteyên ku dê bên tayînkirin mexdur bûn. Em ji dadgehê dixwazin ku demildest biryarê bide an jî wî kesê ku serî li dadgehê daye, dev ji dozê berde. Ji ber ku encam çi dibe bila bibe dê tu tişt nekeve destê wî kesê ku serî li dadgehê dabû. Divê cardin dîsa bikeve ezmûnê."
Prof. Dr. Eyîgun got ku heya îlama dadgehê giha zanîngehê dîplomaya çend kesan dan lê piştî biryara dadgehê dîplomayên ku dabûn paş de xwestin.
- Ji bo lîsansa bilind dev ji karê xwe berda
Ji xwendekarên ku mezûn bûye Faruk Yurek jî got ji bo ku lîsansa xwe ya bilind biqedîne gelekî xebitî û ji bo ku ser bikeve dev ji karê xwe berda.
Yurek got ku hin hevalên wan yên ku ji derveyî bajêr hatin ji ber sedemên aborî bi dijwarî lîsansa xwe ya bilind qedandin û wiha axivî: " Hevalekî me ji bo ku lîsansa xwe biqedîne bazinên xanima xwe firotin. Me bi dijwarî lîsansa xwe qedand lê mirazê me di çavê me de ma. Di rojên pêşiya me de dê ji bo dersên kurdî mamosteyan bigirin lê heke em nekarin dîplomayên xwe bistînin, em nikarin ji bo mamostetiyê serî lê bidin. Em dixwazin ku demildest ev mexduriyet bê çareserkirin. Me xeyal dikir ku em bibin mamosteyên ku dikevin dersên kurdî. Me perwerdeyeke 8 mehî bi dijwarî qedand lê ji ber sedemeke derveyî me, em nikarin dîplomayên xwe bistînin."
- "Keda me dê avê de biçe"
Zeynel Esmer jî got ku bi awayekî serkeftî lîsansa xwe qedand û da zanîn ku bi kelecaneke mezin ji bo ku dîplomaya xwe bistîne serî li zanîngehê da lê ji ber biryara sekinandina birêvebirinê nekarî ku dîplomayê bistîne.
Esmer got ku heke mamosteyan bigirin dê em çawa serî lê bidin, dê keda me avê de biçe. Em di vê mijarê de ji rayedaran hesasiyetê dixwazin.
Ezmûna lîsansa bilind a bêtez a kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê ji ber ku pirsên ezmûnê ketibûn malperan hatibû paşvexistin û ezmûn roja din hatibû kirin.