Önder Beyter
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
MUŞ
Li Haskoya navçeya Mûşê Yaşar Ozdenê 56 salî ku bavê 7 zarokan e, ligel kurê xwe Ozmen Ozden li heman zanîngehê lîsansa bilind dike.
Yaşar Ozdenê ku wekî Cîgirmidûrê Werziş û Xizmetên Ciwaniyê yê Navçeya Haskoyê dixebite, ligel salên xwe yên zêde perwerdeya xwe didomîne û nîşanî mirovan dide ku ji bo xwendinê salxurdetî ne asteng e.
Ozdenê ku Dibistana Bilind a Bedlîsê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê û herwiha Beşa Birêvebirina Giştî ya Fakulteya Hîndekariya Dûr kuta kiriye, aniha jî ligel kurê xwe li Beşa Zanista Siyasetê û Birêvebirina Giştî ya Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Mûş Alparslanê xwendekarê lîsansa bilind e.
Ozdenê bav ji peyamnerê AAyê ra got ku di her serdemeke jiyana xwe da ew bi perwerdeyê ra eleqedar bû û niha jî ligel kurê xwe lîsansa bilind dike ku ji vê yekê zehf kêfxweş e.
- "Samanê min jî perwerde ye"
Ozden bal kişand digel ku ew 56 salî ye, ew ji xwendinê aciz nebûye û wiha axivî:
"Ji bo xwendinê temen ferq nake. Ji min ra dibêjin 'tu di vî emrê xwe da çi ra dixwînî'. Ez jî dibêjim 'saman û sermiyanê min jî perwerde ye'. Perwerde beriya her tiştî tê. Perwerde di landikê da dest pê dike heya mirinê. Ez niha mirovê herî bextewar ê dinyayê me ji ber ku ez lawê xwe em di polekê da ne. Zarokên min ên din jî li zanîngehên cuda cuda xwendina xwe dewam dikin."
Ozmen Ozden jî got ku ew pir xweşhal e ku ligel bavê xwe lîsansa bilind dike û wiha dewam kir, "Hedefa me ew e ku piştî kutabûna lîsansa bilind em dest bi doktorayê bikin."