HEWLÊR
Hevseroka BDPê Gulten Kişanak û Parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk hevditînên xwe yên li Qendîlê temam kirin û vegeriyan.
Kişanak der barê hevdidîtînê de daxuyaniyek da û anî ziman ku ji ber rûdanên dawiyê hewcedarî çêbû ku bi rayedarên KCKê re bênê bal hev. Kişanak bal kişand hevditînên ku di navbera heyeta BDPê û hikumetê de didomin û wiha got: "Me di serê vê hefteyê de bi hikumetê re hin hevditîn pêk anîn. Piştî van hevditînan em hatin Qendîlê û bi rayedarên KCKê re civiyan. Der barê aştî û pêvajoya çareseriyê de me hin guftûgo kirin. Hevditîn bi erênî derbas bû. Ez hêvî dikim ku van hevditînên ku me him bi KCKê, him jî bi hukimetê re kir bandoreke erênî li ser pêvajoya çareseriyê bike. Em ji bo vê dixebitin."
Kişanak destnîşan kir ku gelek pirsgirêk hene û divê di pêşerojê de bên çareserkirin û wiha pê de çû: "Der barê reformên demokratîk de gotûbêj dê bidomin. Ji bo der barê dîalogên ku bi Ocalan re tên kirin bi awayekî rêkûpek bidomin hin hevditînên me hene. Ji vir şûnde jî heke hewce bike em ê wan xebatan bikin."
Kişanak, pirsa 'Ji Tirkiyê vekişina PKKê di çi qonaxê de ye?' jî bersivand û got: "Ew (PKK) çi wextê hewce bibe rayagiştî agahdar dikin. Lê bi awayekî eşkere ji me re wiha gotin: 'Me biryareke dîrokî û stratejîk daye. Ji bo ku em vê bîryara xwe têxin rewacê di nav hewleke mezin de ne. Em dixebitin ku pêvajoyê bi pêş ve bibin. Lê helbet him hin daxwazên me, him jî hinek fikarên me hene."
Kişanak, pirsa rojnamegerekî ya 'Di pêvajoya çareseriyê de gelo îhtimal heye ku hin pirsgirêkên nû derkevin?' bersivand û got ku di vê mijarê de lazim e hemû alî berpirsiyarîyên ku dikevine ser milê wan di wextê xwe de û bê kêmasî bînîn cih. Kişanak got ev pêvajoya ku dimeşe ne li gor dilê gel û alîyan e û bi taybetî jî daxwazên gelê kurd, otrîteyên sîyasî û KCKê di vê rewşa heyî de hev nagrin.
ji aliyê din Kişanak eşkere kir ku di heyeta 7mîn de Ahmet Turk jî cih girt, lê Kişanak, di aliyê din de (PKK) kê beşdarî cîvînê bû dîyar nekir.
Hefteya borî Selahattîn Demîrtaş, Pervîn Buldan çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevditîn pêk anîbûn.