TBMM
Pêşnûmaya qanûnê ya ku tê de verastkirina dersxaneyan jî heye pêşkêşî Serokatiya TBMMyê kirin.
Armanca pêşnûmayê ew e ku pergala perwerdeyê pêşve biçe û verastkirinên zagonî zû bên çêkirin.
Li gor pêşnûmayê perwerdehiya li dersxaneyan û li navendên etûdan ên xwendekaran heta 1ê îlona 2015an dê dewam bike.
Navendên perwerdehiya etûdan ên xwendekaran dê ji bo xwendekarên 12 salî û ji 12 salî biçûktir perwerdeyê bidin. Mamosteyên ku di dersxaneyan de dixebitin jî dê li wezaretê bên bicihkirin.
Li gor pêşnûmayê mamosteyên ku di dersxaneyan de dixebitin dê bêyî şertê KPSS wek mamoste bê tayînkirin.
Ev mamoste ji bilî nexweşînekê yan jî rewşeke awerte dê 4 salan nikaribin ji bo wezîfeyê cih biguherînin.