Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de hin madeyên pêşnûmaya komî hatin qebûlkirin. Li gor madeyê ji bo wesayîtên astengdaran ên ku kesên kursiyê biteker an jî darbestan bikartînin Baca Wesayîtan a Taybet dê bê kêmkirin. Ev kes rewşa xwe ya astengdariyê dê bi rapora tenduristiyê ve eşkere bikin.
Di têkiliyên kar de ji bo kesên astengdar li gor çarçoveya "rêgeza wekhev tevbigerin" dê cudahî çênebe. Li gor vê di têkiliyên kar de ji hêla ziman, nijad, fikrên siyasî, baweriyên felsefî, astengî û sedemên cuda de di navbera mirovan de dê tu cudatî neyê kirin.