31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Serlêdana Ezmûna Derbasbûna Lîsansê (2016-DGS) ku mezûnên du sal e tê da derbasî lîsansê dibin, îro dest pê kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera OSYMê hat dayîn, serlêdanên DGSê wê heta 13ê hezîranê dewam bikin û ezmûn jî di 31ê tîrmehê da ye.
Kesên ku ji dibistanên bilind ên pîşeyan û ji bernameyên pêşlîsansê yê ji derva va tên xwendin, mezûn bûne wê bikaribin serlêdanê bikin.
Kesên ku bixwazin serlêdanê bikin, di nav maweya serlêdanên da dikarin li ser malpera OSYMê ya "http://www.osym.gov.tr"ê serlêdanê bikin.